XERÎB HISO: HIKÛMETA VEGUHÊZ PABENDÎ PEYMANA 10’Ê ADARÊ NABE

Rojava Tv
1 Min Read

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso derbarê geşedanên herî dawiyê yên li Sûriyê rû didin axivî.

Xerîb Hiso got, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê pabendî peymana 10’ê adara îsal nabe.

Ji dema hilweşîna rêjîma Baasê û heta bi hatina Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li ser desthilatê, bûryer û geşedan di herêmê de bi lez û bez rû didin.

Derbarê rewşa herî dawî ya li Sûriyê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Xerîb Hiso ji Rojava Tv re nirxandin kir.

Xerîb Hiso diyar kir ku ji dema hatina hikumeta Veguhêz li ser Desthilata Sûriyê, hikûmetê tiştek ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê pêkêş nekir.

Her wiha Xerîb Hiso anî ziman ku ne pêkanîna peymana 10’ê Adarê, lawazbûnek ji aliyê hikûmeta veghêz ve ye.

Xerîb Hiso hêvî kir ku hevdîtinên wan bi hikumeta veguhêz a Sûriyê re bi encam bibin.

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso di dawiya axaftinên xwe de tekez kir ku ew ê berjewendiyên gelê Sûriyê bixin asta herî pêş û ji bo yekbûna xaka Sûriyê û pêkanîna Peymana 10’ê Adarê di nava kar û xebatê de bin.

Share This Article