PENABERÊN SÛRÎ YÊN LI LUBNANÊ BERÊ XWE DIDIN KAMPA SERÊKANIYÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Piraniya penaberên ku ji ber şerê Lubanê derbasî kantona Cizîrê dibin, berê xwe didin kampa Serêkaniyê.
Rêveberiya Kampê diyar dike, derfetên wan sînordar in û rêxistinên navdewletî jî ti alîkariyan pêşkêş nakin, lewre wan beşek ji penaberan veguhestine kampa Newrozê.

Pêla penaberên Sûrî yên ku ji Lubnanê tên û berê xwe didin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûye.

Piraniya penaberên ku derbasî kantona Cizîrê dibin, berê xwe didin kampa Serêkaniyê. Kampa Serêkaniyê ku rêxistinên mirovî ti alîkariyê jê re pêşkêş nakin, êdî nikare pêşwaziyê li ti malbatan bike.

Lewre rêveberiya kampê hemahengî li gel rêveberiya kampa Newrozê danî û 33 malbat ji bo wê kampê veguhestin.

Hevserokê kampa Serêkaniyê Ebdulrezaq Mihemed ji Rojava TV re behsa mekanîzmeya pêşwazîkirin û veguhestina penaberan dike.

Serokê nivîsgeha koçber û penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûd Ehmed jî da zanîn ku, rêxistinên mirovî erkên xwe cî bi cî nakin.

Ji dema destpêkirina aloziyên di navebra artêşa Îsraîlê û Hizbullaha Lubnanê de, nêzîka 20 hezar penaberên Sûrî û hemwelatiyên Lubnanê berê xwe dane Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rêveberiya Xweser jî pêşwaziyê li wan dike û pêdiviyên wan dabîn dike.

Share This Article