Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja 4’emîn de li hola Zana a li bajarê Qamişlo berdewam dike.
Di bin dirûşmeya “Pirtûk Samanê Cîhanê ye”, desteya çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, 6’emîn pêşangeha pirtûkan ya Şehîd Herekol li dar xist.
Pêşangeh bi beşdariya bi dehan rewşenbîr , nivîskar û lêkolîneran di roja 4emîn de bi coşeke mezin berdewam dike.
Li gorî komîteya amadekar di pêşangehê de 51 weşanxane bi 130 hezar pirtûk û 13 hezar sernavan beşdar in.
