XELKÊN REQAYÊ KÊFXWEŞIYA XWE BO ÎMZEKIRINA PEYMANA LI ŞAMÊ ANÎN ZIMAN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên Reqayê bi imzekirina peymana di navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri de daketin kolanan û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Xelkê hêvî kirin ku aramî û wekhevî li herêmê misoger bibe û ew ji xwînrijandinê xelas bibin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri duh li Şama paytexta Sûriyê peymaneke îmze kirin.

Piştî imzekirina peymanê, xelkên tevahî Sûriyê û yên bakur û rojhilatê Sûriyê daketin qadan û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Xelkên kantona Reqayê ji Rojava Tv re kêfxweşiya xwe bi peymanê, parve kirin.

Her di berdewamiyê de xelkên Reqayê hêvî kirin ku bi peymanê re aramî û wekhevî serwer bibe û rijandina xwînê li Sûriyê bi dawî bibe.Di hikuma rejîma berê ya Baas’ê de bilêvkirina navê Kurd hatinû qedexekirin û mafên Kurdan di destûrê de tunebûn.

Li gorî rêkeftina li Şamê, temamê mafên gelê Kurd dê di destûra nû ya sûriyê de were nivîsandin û misogerkirin.

Share This Article