Bi sedan şêniyên bajarê Dêrik û gundewarê wê cenazeyê 5 şehîdên QSD’ê û Şervanên Komandos bi merasîmeke girseyî li goristana şehîd Xebat Dêrîk, oxirkirin.
Şervanên QSD’ê Rêber Egîd, Çiyager Arkin, Hogir Dêrik û Şivan di 20’ê Çileya îsal de li herêma Alya ya Hesekê şehîd bûn û endamê Hêzên Parastina Civakî HPC’ê Eyhem Şakir di 18’ê Çileyê li ser rêya Ebyed şehîd bû.
Bi sedan ji xelkên Dêrik û gundewarê wê, endamên saziyên Sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Leşkerî û Kongra Islama Demokratîk ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya wan da.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan di nava diruşmên ” Şehîd Namirin ” spartin axê.
