XELKÊN QAMIŞLO TEVLÎ PÊNGAVA AZADIYÊ YA JI BO RÊBER APO BÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî xelkên Qamişlo dest bi çalakiya konvedanê kirin.

Konê çalakiyê li ber navenda NY ya bajarê Qamişlo hate vedan û bi sedan xelkên herêma Cizîrê tevlî çalakiyê bûn.

Çalakiya konvedanê bi daxuyaniyekê destpêkir ku têde xelkên herêmê piştgiriya pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî kirin.

Her wiha di bin konê çalakiyê de sinfizyon têkildarî komploya 15ê Sibetê hate pêşandan û komên hunerî stranên şoreşgerî pêşkêşkirin

Konê çalakiyê dê heta 23’ê mehê dewam bike û tê payin ku bi hezaran xelkên herêmê beşdarî konê çalakiyê bibin.

Share This Article