XEBATÊN SERERASTKIRINA RÊYA M4 CAREKE DIN DEST PÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xebatên sererastkirina rêya M4 ya di navbera bajarên Hesekê û Qamişlo de ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatibûn rawistandin, careke din dest pê kirin.

Hevseroka Mecbeleya bajarê Hesekê Nisrîn Ehmed da zanîn ku, xebatên sererastkirina rêya M4 dê di çend mehan de bi dawî bibin.

Desteya Şaredariyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1’ê Cotmehê dest bi sererastkirina beşek ji rêya (M4) ya di navbera bajarên Hesekê û Qamişlo de kiribû.

Lê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, xebatên sererastkirinê hatibûn rawestandin.

Îro careke din Desteya Şaredariyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser xebatên sererastkirinê aktîv kir.

Têkildarî mijarê Hevseroka Mecbeleya bajarê Hesekê Nisrîn Ehmed da zanîn ku, xebatên sererastkirina rêya M4 dê di çend mehan de bi dawî bibin.

Yek ji Endezyarên projeyê Xalid Yasîn jî destnîşan kir ku tevî hedefgirtina binesaziya herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve û rûxandina cihên xizmetê, ew ê di xebatên xwe de berdewam in.

Rêya M4 ya di navbera Hesekê û Qamişlo de dê bi dirêjahiya 28 km û firehiya 12.5 m her wiha bi qalindiya 7 cm bê sererastkirin.

Li gorî agahiyan heta niha bi qasî 7 km rê hatiye sererastkirin.

Share This Article