Xelkên Qamişlo di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo Azadiya Rêber APO û berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî de, daketin qadan.
Bi hezaran xelkên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, meclis, komîn, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tev li meşê bûn.
Meşê ji Çerxerêya Şehîd Azad dest pê kir û li Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de axaftin ji aliyê MSD û Kongra Star ve hate kirin û hate gotin ew ê li hemberî tecrîda li ser Rêber APO têkoşîneke xurt bimeşînin.
Di dawiya meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.
XELKÊN QAMIŞLO JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MEŞEK LI DAR XISTIN
