LI HELEBÊ ŞEHÎD NÛCAN Û ÎNTÎQAM HATIN OXIRKIRIN Û ŞEHÎDÊ HPG’Ê DIJWAR NÛRHEQ HATE BI BÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, 2 Şehîdên Bendava Tişrînê “Nûcan Gabar û Intîqam Qendîl oxirkirin û şehîdê HPG’ê Dijwar Nûrheq bi bîr anîn.

Girseya gel ji pêşiya Nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir bi rê ket û li Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestiya.

Merasîma Oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan Mîdya Efrîn û li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hemza Heleb axivîn.

Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza domandina xeta şehîdan nû kirin.

Share This Article