Xelkên bajarê qamişlo endamê hêzên sûriya demokratîk QSD’ê Elî Hesen El ewad bi nasnav seydo qamişlo bi merasîmekê oxir kirin
Merasîma oxirkirina şehîd li goristana şehîd delîl saroxan a li bajarê Qamişlo li dar ket.
Di merasîmê de bi xelkên bajarê qamişlo, endamên meclîsa malbatên şehîdan, kongra star, rêxistinên civaka sivîl û partiya yekîtiya demokratîk tevlî beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin, axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwastin û soza şopandina xeta şehîdan û pêkanîna armancên wan nû kirin.
Piştre wesîqeya şehîd seydo qamişlo hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin
Cenazeyê Şehîd bi tilêliyên dayîn û dirûşmên şehîd namirin hat veşartin.
