Bi her baraneke xurt re, taxên bajarê Qamişlo vediguherin golên avê, û rêjeyek mezin ji wê avê derbasî mal û dikanên xelkê bajêr dibe.
Vê yekê di nav welatiyan de fikarek mezin çêkiriye. Welatiyan bi rêya Rojava TV ji bo çareseriyên cidî û tavilê, bang li şaredariyê kirin.
Şeva derbasbûyî baranek zêde li bajarê Qamişlo bariya, û bû sedem ku riyên çûn û hatinê rastî astengiyan werin.
Ji ber kombûna zêde ya avê kanalîzasyon hatin xetimandnin û bû sedem ku zirar li hin mal û dikanên welatiyan were.
Girêdayî vê pirsgirêkê, welatiyên bajarê Qamişlo ji Rojava TV re gazinên xwe anîn ziamn û diyarkirin ku divê şaredarî pirsgirêka kanalîzasyonan di zûtirîn dem de çareser bike .
Berpirsê Ofîsa Kanalîzasyonan a şaredariya Qamişlo “Serdar Hisên” diyar kir ku tîmên awarte her tim di nava liv û tevgerê de ne, da ku di zûtirîn dem de ev pirsgirêk were çareserkirin.
Welatiyan hêvî kirin ku rêçareyên zû werin dîtin, da ku rewşa avrêjan baştir bibe û zirarên ku her sal bi baranên zêde re dubare dibin kêm bibin.
