Xelkên Qamişlo cenazeyê endamê komandos şehîd Edulmelek kenaş yê ku di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser helebê de şehîd bibû, oxir kirin.
Merasîm bi beşdariya Endamên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl, malbatên şehîdan û xelkên bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Di merasîmê de axaftin hate kirin û hate gotin, bi saya şehîdan ew ê bajarên xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.
Her wiha soza şopandina xeta Şehîdan û parastina destkeftiyên wan hatiye dayîn.
Piştre cenazeyê şehîd di nava tilîlîyên şehîd namirin de hate oxirkirin.
