LI KOBANÊ TUNDIYA LI SER JINAN Û BANDORÊN WÊ HATIN NIRXANDIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê jî di çarçoveya çalakiyên ji bo 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan de, semînerek li dar xist.
Jinên Ciwan semînera xwe li Navenda Desteya Ciwan û Werzîşê ya li bajarê Kobanê li dar xistin.
Bi dehan Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Desteya Ciwan û Werzîşê beşdarî semînerê bûn.
Yekîtiyê cûreyên tundiya li ser jinan û bandorên wan ên li ser civakê nirxand û nîqaş li ser xalên ku hatin nirxandin, hatin kirin.
jinên Ciwan di nîqaşan de behsa astengî û zehmetiyên ku rastî jinan tê kirin her wiha tekez kirin ku, bi fikir û felsefeya Rêber APO jin dikare dawiyê li tundiyê bîne û jiyaneke azad biafrîne.

Share This Article