HENAN Û HEVJÎNA XWE FATME BI JIYANEKE HEVBEŞ KARÊ HESINKARIYÊ DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Henan Şêxo û hevjîna xwe Fatme Şemo yên ji efrîna dagirkirî û niha li şehbayê bi cih bûne,ev 40 salin bi dilxwezî, û hezkirineke mezin karên hesinkariyê dikin.
piştî ku ji efrînê hatin koçberkirin dest bi heman karî kirin û riya ku li efrîn destpêkiribûn li şehba dewam dikin.

Bi dilxwezî, meraq,hezkirin û jiyaneke hevbeş û komînel ew karên hesinkariyê dikin.

Ev 40 sal in ku Henan Şêxo û hevjîna xwe Fatme Şemo yên ji Efrîna dagirkirî bi xebatên hesinkariyê re mijûl dibin.

Henan Şêxo û hevjîna xwe Fatme Şemo piştî koçberiyê niha jî li şehbayê dimînin û bê dudilî xebatên ku li efrîn dikirin, li warê koçberiyê, şehbayê jî dewam dikin.

Henan Şêxo ji Rojava Tv re behsa karê xwe dike.

Fatme Şemo jî dibêje dema hevjînê wê xebatê hesinkariyê, ew jî pê re dibû alîkar û ev xebat weke xebateke pîroz bi nav kir.

Piştî ku dewleta tirk a dagirker di sala 2018’an de Efrîna kurdan dagir kir, xelkê wê yên resen neçarî durketina ji mal û welatê xwe bûn, niha jî koçberên Efrînî li şehbayê bi cih bûne.

Tevî vê yekê û ruxmî zehmetiyên heyî jî gelê Efrînê teslîm nebûne û her li dû berhem, huner, çand û xebatên xwe yên kevnare û dêrîn mane.

Share This Article