Bi hezaranan jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi girseyekê 8’ê adarê pîroz kirin û berxwedana li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê silav kirin.
Li Qada Newroz a li herêma Şiqêf a Helebê 8’ê Adarê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriya demokratîk ve” hat pîrozkirin.
Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên jin, alên Kongra Star û tabloyên ku berxwedana şervanan û berxwedêrên bendava Tişrînê nîşan didin, hat xemilandin
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Koordînasyona Kongreya Star û pêkhateya xiristiyan axaftin hat kirin.
tê de 8’ê adarê hat pîrozkirin û berxwedana li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê hat silavkirin.
Hat gotin ku, Têkoşîna zêdetirî 40 sal e dewam dike, çi qasî rêbazên zextê hebin jî wê bi dawî nebe.
Paşê peyama Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate xwendin, her wiha komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin.
