XELKÊN QAMIŞLO BI NÊZÎKBÛNA CEJNA NEWROZ Û REMEZANÊ DI NAVA TEVGERÊ DE NE

Rojava Tv
2 Min Read

Xelkên bajarê Qamişlo bi nêzîkhatina 21’ê Adarê cejna Newrozê û cejina Remezanê re, her di nava tevgerê de ne.

Şênî û firoşkaran kêfxweşiya xwe bi hatina cejnan kirin û daxwaz kirin ku di demek nêzîk de hemû dîlgirtî bi selametî vegerin nav malbatên xwe.

Îsal yek ji salên taybet e ji ber ku Cejna Remezanê tê de tam bi Newrozê re hevdem e.

Bi nêzîkbûna Cejna Remezanê, bazar û malbat dest bi amadekariyên xwe ji bo pîrozbahiya her du cejnan dikin.

Di navbera kêfa Newrozê û kêfxweşiya Cejna Remezanê de, îsal xelkên bajarê Qamişlo atmosferek bêhempa dijîn, ji ber ku kevneşopiyên çandî û olî yên ku nêzîkî hev in dikin yek, û derfetek dirêjtir didin malbatan ku pîroz bikin û li hev bicivin.

Heysem Osman ku yek ji wlatiyên bajarê Qamişlo ye ji Rojava TV re diyar kir ku wê şêraniyê xwe yê Cejna Remezanê di Newrozê de li gelê xwe belav bike.
Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Hanî Tîşê daxwaz kir ku dîlgirtî bên berdan da ku cejn bibe du cejn.

Dilê welatiyan ber bi dua û hêviyê ve diçe û daxwaz dikin ku ev Cejna Remezanê mizgîniya xêrê ji bo girtiyan bi xwe re bîne.

Share This Article