Piştî kar û xebatên salekê ji amadekariyan û bi armanca birêxistinkirina tevgera trafîkê ji çûn û hatinê, kêmkirina asta qelebalixê li bajêr, geraca nû ya Qamişlo ket xizmetê.
Geraca Qamişlo ku berê li taxa Sîna’a bû; îro bi awayekî fermî xebata xwe li geraca Qamişlo ya nû ya li ser rêya Hîzamê dest pê kir.
Gerac xizmetê dide rêwiyên ku ber bi van deveran ve diçin (Hesekê, Dêrik, Cilaxa, Rimêlan, Til Koçer, Tirbespiyê, û deriyê sînor ê Sêmalka)
Tê hêvîkirin ku gerac di rêxistinkirina tevgera veguhastinê û baştirkirina herikîna trafîkê de roleke erênî bilîze.
