Komîteya Perwerde û Fêrkirtinê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê derbarê dorpêçkirina ji aliyê Hikumeta Veguhêz ve li ser herdû taxan, daxuyaniyek dan.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev qonaxa ku ew tê re derbas dibin, dibe sedema ku ew ji sûtemeniyê bê par bin, û xwendekar jî ji xwendina xwe dûrbikevin.
Komîteyê got ku bi vê dorpêçê re, êş û azarê şêniyan zêde dibin û ev yek bandoreke neyinî bi xwe re tîne.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku divê peymana 1’ê Nîsanê pêk were û armancên xweyî siyasî li ser şêniyan pêk neynin û dorpêç were rakirin da ku şênî jiyana xwe bi aramî berdewam bikin.
