XELKÊN QAMIŞLO BI MEŞEKE GIRSEYÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Li qamişlo, Heleb û Reqayê li dijî êrîşên dewleta Tirk meşên girseyî hatin lidarxistin .

di meşan de banga bilindkirina asta têkoşînê li hember êrîşên dagirkeriyê hate kirin .

xelkên Qamişlo bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Herêmê şermezar kirin .

meş ji ber navenda mihemed şêxo dest pêkir û li çerxerêya dara jiyanê veguherî mîtîngê .

di mîtîngê de axaftin hatin kirin û tê de hate gotin ku dê sekn û vîna gel êrîşên dagirkeriyê vala derxîne .

bi heman armancê xelkên Helebê daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin .

meş ji qada 8 ê Adarê destpêkir û li li ber diwar zeytûn girê dayî taxa eşrefiyê veguherî mîtîngê .

Li ser navê malbatên şehîdan ayşe hiso û li ser navê meclîsa giştî a taxa Şêxmeqsûd û eşrefiyê nûrî şêxo axaftin hatin kirin .

axêveran diyar kirin ku dê êrîşên dagirkeriyê vîna gel neşkîne .

Xelkên Reqayê jî li hember êrîşên dagirkeriyê meşeke girseyî li dar xistin .

meş bi berzkirina diruşmên naji êrîşên dagirkeriyê re ji nexweşxaneya zarokan dest pê kir û li çerxerêya jinê veguherî mîtîngê .

di mîtîngê de li ser navê kombûna jinan ya Zenûbiya axaftin hatin kirin û hate gotin ku armanc ji rêîşên dagirkeriyê têkbirina projeya Rêveberiya xweser e .

Share This Article