XELKÊN QAMIŞLO BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ CENAZEYÊN 6 ŞEHÎDAN OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî cenazeyên 6 cangoriyên azadiyê li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Beşdarên merasîmê piştrast kirin ku ew ê tola şehîdan hilînin û heta dawiyê li pişta QSD’ê bin.

Xelkên bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî cenazeyên 6 cangoriyên azadiyê li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Bi hezaran xelkên bajêr, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, partiyên siyasî û tevgerên jinan beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan û QSD’ê axaftin hatin kirin û tekezî li ser parastina destkeftiyên şehîdan hate kirin.

Her wiha Şêx Murşid Xiznewî jî gotara xwe pêşkêş kir.

Beşdarên merasîmê piştrast kirin ku ew ê tola şehîdan hilînin û heta dawiyê li pişta QSD’ê bin.

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û cenazeyên cangoriyên azadiyê bi dirûşmeyên şehîd namirin, hatin oxirkirin.

Share This Article