7’EMÎN SALVEGERA DESTPÊKIRINA ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINA EFRÎNÊ TÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

nêzî 7 sal di ser destpêkirina êrîşên dagirkirina bajarê efrîn re derbas dibin ku li hember wan êrîşan di heyama 58 rojan de berxwedaniyeke bêhempa hate kirin.
derbarê de Ferîde zade nûçegihana stêrk tv û Berfîn Elûş ku rêveberiya yekîtiya jinên ciwan li taxa şêxmeqsûd a bajarê helebê ye, behsa berxwedan û qehremaniya ku li efrînê hate kirin, dikin.

Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ku li rojavarê kurdistanê beşê herî rojava ji Başurê Biçûk e, li rojhilatê Çiyayê Gewr (Amanos) yanê senceqa Îskenderûnê dikeve.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 20 Çileya sala 2018an de bi balafirên şer û çekên herî pêşketî êrîşî w’ bajarî, Efrîn kirin.

piştî berxwedaneke bê hempa ya gel û şervanên YPG’ê û YPJ’ê ku 58 rojan dewam kir, bajarê Efrîn hat dagirkirin.

Ferîde zede nûçegihana stêrk tv ya bajarê helebê ku bi konvaya gel re derbasî Efrînê bibû dibêje em li Efrînê ne tenê rojnamevan bûn em şervan bûn.

Berfîn Elûş jî ku rêveberiya yekîtiya jinên ciwan li taxa şêxmeqsûd a bajarê helebê bû, tevî gelek ciwanên ji helebê derbasî Efrînê bûn û piştgirî dabûn YPG’ê û YPJ’ê, behsa kêliyên berxwedanê yên wê demê dike.

piştî dagirkirina efrînê, êdî piraniya xelkên wê bi hêviya vegerê li şehba bicih bûn lê şehba jî di 1’ê kanûna sala 2024’an de hate dagirkirin û koçberên efrînî careke din bi darê zorê hatin koçberkirin.

Share This Article