XELKÊN MINBICÊ KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ YA LI SER RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên kantona Minbicê komploya li dijî rêber abdullah ocalan şermezarkirin û gotin ji ber komploger ji fikrê rêbertî ditirsin ew dîlgirtin.

Xelkên Minbicê tekez kirin ku, het azadiya fîzîkî ya Rêbertî ew ê têbikoşin.

Rêber Abdullh Ocalan di sala 1999an de bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin û radestî dewleta tirk a faşist hat kirin.

Dewleta tirk li gel dîlgirtina Rêber APO, pergala êşkence û qirkirnê li îmraliyê girantir dike û bi hinceta cezayên dîspilînê daxwazên hevdîtina bi Rêbertî re qedexe dike.

Çalakvanê siyasî yê kantona minbicê Ebdulqadir El Hisên komploya li ser Rêber Apo şermezar kir û got ji ber komploger ji fikrê rêbertî ditirsin ew girtin.

Li aliyekî din Welatiya bi navê Ebîr El Cuma jî tekez kir ku, ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe azadiya rêber apo misoger bikin.

zêdetirî 3 salane bi tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

tevî ku gelek caran malbat û parêzer serlêdanan dikin jî lê tirkiyê bi hinceta cezeya displînê serlêdanan red dikin.

Share This Article