MEHMÛD XELÎL: KOMA 8’AN YA XELKÊN EFRÎNÊ YA DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl ” Siyamend Efrîn” da xuyakirin ku karwanê 8’emîn yê koçberên efrînê yê ku îro bi rê ketî yê dawiye.

Her wiha bda xuyakirin ku hijmarek malbat ku ji derdora hezar û 200 malbatî pêk tê ji ber rewşa aborî û xwendinê li cizîrê mane, ew jî çi dema ku bixwazin vegerin, dikarin vegerin.

Li aliyekî din Mehmûd Xelîl da xuyakirin ku sedemên nevegera koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî rewşa ewlehiyê ye, kengî ku rewşa guncaw bû, dê koçberên herdû bajaran vegerin warên xwe.

Share This Article