Xelkên kobanê û Til Rifetê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê herikîn qadan .
meşvanan tekez kirin ku Ev êrîş di demekê de ye ku rêber Apo bi malbata xwe re hevdîtinan pêk tîne û ev tê wê wateya ku dagirkeriya Tirk ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ditirse.
xelkên Kobanê jî bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin .
meş bi beşdariya Xelkên Kobanê Endamên Sazî, Deste û Broyên Rêveberiya Xwser hate lidarxistin .
her wiha meş ji Qada jina Azad destpêkir û li qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê .
di mîtîngê de li ser navê PYD axaftin hatin kirin û hate gotin ku Ev êrîş di demekê de ye ku rêber Apo bi malbata xwe re hevdîtinan pêk tîne û ev tê wê wateyê ku dagirkeriya Tirk ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ditirse.
li Til Rifeatê jî bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê meşeke girseyî hate lidarxistin .
meş ji pêşiya Dibistana El Meşat destpêkir û li qada ajokariyê veguherî mîtîngê .
li ser navê Bajarokê Fafînê axaftin hatin kirin û hate gotin ku dê gelê herêmê li hember êrîşên dagirkeriyê her li ber xwe bidin .
meşên girseyî bi berzkirina durişmên na ji êrîşên dagirkeriyê re û berxwedan jiyan e bi dawî bûn .
