Li Bajarê Hesekê ji bo danîna Mekanîzmaya avakirina Sûriyeke aştiyane, kongrek hat li dar xist.
Rêxistina Hevkariya Mirovî û Geşepêdanê, bi hevkariya Wezareta Karên Derve ya Federal a Swîsreyê û di bin diruşmeya ” Rûbirûbûna bi dema borî re Ber bi Mekanîzmeya Avakirina Aştiya Sûriyeyê ve ” Kongre li dar xist.
Bi dehan siyasetmedar, hiqûqnas, endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî li xwaringeha Marbêla ya Hesekê tevlî kongreyê bûn.
Di kongreyê de li ser navê Meclisa Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser, lêkolînerên Qanûnî û civakî ve axaftin hatin kirin.
Hêjayî gotinê ye ku dê ev kongre heta 2 rojan dewam bike.
LI HESEKÊ JI BO NÎQAŞKIRINA AVAKIRINA SÛRIYEKE AŞTIYANE KONGREYEK HAT LIDARXISTIN
