Ji bo şermezarkirina erişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li ser bajarê kobanê, bi hezaran xelkên Kobanê daketin qadan.
Meş bi tevlêbûna bi hezaran xelkên kobanê her wiha endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Saziyên Civaka Sivîl, partiyên siyasî ji qada jina azad dest pê kir û li qada şehîd Egîd veguherî mîtingê.
Di meşê de, meşvanan wêneyên şehîdan hildan û siloganên ”Bijî Berxwedana Rojava, Bijî Berxwedana QSD” berzkirin.
Li qada şehîd Egîd û piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê xelkên kobanê axaftin ji aliyê Enwer mislim ve hate kirin û erişên dewleta Tirk şermezar kir.
Li dawiyê, Xelkên kobanê peyam dan û gotin: ”çawa me li hember çeteyên Daiş’ê li ber xwe da, em ê dîsa li ber xwe bidin û nahêlin ku dijmin bikeve axa me”
XELKÊN KOBANÊ BI MEŞEKE GIRSEYÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIRIN
