JI BO ŞEHÎDÊN DÊRIKÊ KONÊ SERSAXIYÊ LI QAMIŞLO HAT VEDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan xelkên Kantona Qamişlo vê sibehê berê xwe dan bin konê sersaxiyê yê şehîdên êrîşa dagirkeriyê ya li dijî akademiya Asayîşê.
Konê sersaxiyê li pêşiya goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hate vedan.
Bi sedan pêkhateyên Qamişlo û malbatên Şehîdan berê xwe dan bin konê sersaxiyê û axaftin li ser navê Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên civaka sivîl ve hatin kirin.
Axêveran diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker jinavbirina ewlekariya herêmê ye.
Her wiha tekez kirin ku heya dawiyê ew ê li dû rêya şehîdan bin û destkeftiyên wan biparêzin.
Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û konê sersaxiyê bi dirûşmeyên şehîd namirin bi dawî bû.

Share This Article