Di bin dirûşmeya “Bi îradeya jinên rêxistinkirî, em ê civakek komunal a demokratîk ava bikin”, Meclisa Jinan a girêdayî Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, civîna xwe ya salane li dar xist.
Di civînê de endamên komîn, saziyên girêdayî meclisa herdu taxan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kongra Star beşdar bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtin, peyama rêber Abdullah Ocalan bi boneya Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan hate xwendin.
Piştre ” rapora salane ya Meclisa Giştî hate xwendin û sinifizyona kar û xebatên Meclisê yê salekê hat pêşkêşkirin.
