XELKÊN JI KOBANÊ DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên ji bajarê Kobanê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ew ê têbikoşin.

Her wiha şêniyan bang li rêxistinên mirovî kirin ku dawiyê li bêdengiya xwe bînin û erkên xwe yên mirovî pêk bînin.

Nerazîbûnên li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan her ku diçin zêdetir dibin. Kurdistanî û dostên wan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikin.

Şêniyên ji bajarê Kobanê gotin, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ew ê têbikoşin.

Her wiha şêniyan bang li rêxistinên mirovî kirin ku dawiyê li bêdengiya xwe bînin û bi erkên xwe yên mirovî rabin.

Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampînên îmzeyan têne destpêkirin û xelk bi dilgermî pêşwaziyê li wan kampînan dike.

Share This Article