XELKÊN QAMIŞLO LI DIJÎ BÊ AVIYÊ XWEPÊŞANDAN LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên taxa Hilêliyê ku ev çend rojin bê av manê xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza çareserkirina ‎pirsgirêka avê kirin.‎
Xelkên hilêliyê bi daxwaza çareserkirina pirsgirêka avê daketin kolanan, riya Qamişlo-Amûdê girtin û ‎bang li rêveberiya xweser kirin ku stasyona avê di zûtirîn dem de çaksaz bikin.‎
stasyona Hilêliyê ku stasyona sereke ya bajêre û nêzî ji sedî 80 pêdiviyê avê li bajêr bi cih tîne, xerab ‎bûye.‎
Ekîpên şaredariyê ji bo çareseriyê bênavber kar dikin û beşek hatiye çareserkirin.‎

Share This Article