Li bajarê Hesekê welatî ji bo amadekariyên cejna qurbanê berê xwe didin bazaran û tevî şert û mercên aborî, li gorî derfetên xwe pêdiviyên xwe pêk tînin.
Welatî dibêjin, heta niha kelûpel bi nirxekî bilind tên firotin, lê tevî wê jî ew dev ji kevneşopî, rê û resmên xwe bernadin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên xwe yên Cejna Qurbanê didomînin.
Ji van amadekariyan kirîna qurbanan, kirîna cil û berg, şekir û kulîçên cejnê.
Li bajarê Hesekê welatî ji bo amadekariyên cejnê berê xwe didin bazaran û tevî şert û mercên aborî, pabendî kevneşopiyên xwe ne.
Welatiyan diyar kirin, kelûpel heta niha bi nirxekî bilind tên firotin, lê ew dev ji kevneşopiyên xwe bernadin.
Li aliyekî din firoşkaran diyar kirin ku ji ber buhayê bilind yê kargehên çêkirina cilan, ew neçar dimînin ku cilan bi nirxekî buha bifroşin.
Li Sûriyê sibe roja yekemîn a Cejna Qurbanê ye.
xelkên bajar û bajarokên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî derfetên xwe pêdiviyên cejnê pêk tînin.
