Bi amadebûna bi dehan hezkiriyên mûzîkê, Navenda Yekpar a hunerî konsera duyemîn a ‘Awazên payîzê’ lidarxist.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê konser gelek caran hatibû taloqkirin.
Doh Konser bi amadebûna bi dehan hunermend û hezkiriyên mûzîkê li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Di konserê de hunermend Sîdar Îbrahîm stranên bi zimanên kurmancî û soranî gotin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku konsera yekemîn a ‘Awazên payîzê’ sala par li heman cihî hatibû lidarxistin.
