XELKÊN HESEKÊ BI MEŞEKÊ BERXWEDANA QSD’Ê SILAV KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û fedakariyên wê yên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, Meclisa Bajarê Hesekê meşeke girseyî li dar xist.
Meşê ji Çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecerê dest pê kir û li Çerxerêya Îtfaiye ya li heman taxê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û got: Piştî hilweşîna rejîma Baasê, pêvajoyeke nû dest pê kir. Di vê pêvajoyê de divê em bi hev re kar bikin û Sûriyeya demokratîk ava bikin.
Her wiha Xelîl diyar kir ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêkanîna pergala demokratîk û biratiya gelan de, model e.
Di dawiya meşê de girseyê berxwedana QSD`ê silav kir, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo projeya Rêveberiya Xweser û yekitiya pêkhateyan anî ziman.

Share This Article