XELKÊN HELEBÊ BI MEŞEKÊ PERGALA ÊŞKENCE Û QIRKIRINÊ ŞEMERZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.

Meş ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya şaxê Helebê bi beşdariya xelkên her du taxan li dar ket.

Meş ji pêşiya hola 8ʹê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê bi hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankarta ʹHûn nikarin roja me tarî bikinʹ dest pê kir.

Meş li qada Cebaneta veguherî mîtingê.

Di mîtingê de li ser navê TEV-DEM û Rêvebera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axaftin hat kirin û diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li Îmraliyê tevahî plan têk birin. Lewra dê gel heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber APO li qadan bin.

Mîting bi silogana ʹBê Serok Jiyan Nabeʹ bi dawî bû.

Share This Article