Endama Koordnasyona Tevgera Civaka Demokratîk Şîlan Ehmed ji ROJAVA TV RE behsa kêliyên destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û got ku gel ji bo geşkirina çirûska agirê şoreşê seferber bû.
Roja 19’ê Tîrmehê li gel pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojek watedar e, ji ber ku Kurdan 19’ê Tîrmeha 2012’an serhildan li dijî hişmendiya Rêjîma Baas a nijadperest destpêkir.
bi demê re hemû pêkhateyên herêmê jî tevlî serhildan bûn û bi hevre zilma rêjîmê hilweşandin.
Ji bo avakirin,pêşxistin û mayîndekirina şoreşê gelek kesan bi hemû derfetên xwe roleke pêşengkirin, yek ji wan kesan jî Endama Koordnasyona TEV-DEM’ê Şîlan Ehmed e, Şîlan Ehmed ji RojavaTV re got:” gel ji bo geşkirina çirûska agirê şoreşê seferber bûn”.
Di nav şoreşê de hêza YXK’ê bo parastina herêmê ji êrîşan ku niha bi YPG tê naskirin hat avakirin, Şîlan Ehmed di sazkirina YXK’ê û avakirina hêza taybet ji jinan re YPJ jî xwedî rol bû, Şîlan anî ziman ku ciwanên herêmê bi dilgermahî tevlî hêzên leşkerî bûn
12 sal Di ser şoreşa gelê herêmê re derbas dibin, tevahî pêkhateyan zêdetirî 12 hezar şehîd ji bo destkeftiyên şoreşa xwe ji dijminan biparêzin, danîn.
