Bi sedan xelkên taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê yên Helebê bi merasîmekê şehîdên Hêzên Komandos Fîras Kobanê û Baran Efrîn bi bîr anîn.
Merasîma bîranînê li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin.
Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Helebê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan hat dayîn.
Her wiha li ser navê malbata şehîd Fîras axafitn hat kirin û hat gotin ku, Şehîd Fîras ji bo gelê xwe bê teredud canê xwe feda kir. Divê em jî dilsozên keda wî bin.
Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Şervanên Hêzên Komandos ên QSDˈê Baran Efrîn 17ˈê Çileyê di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bibû û Fîras Kobanê 3ˈyê Kanûna 2024ˈan di berxwedana li Şehbayê de şehîd bibû.
XELKÊN HELEBÊ BI MERASÎMEKÊ ŞEHÎDÊN HÊZÊN KOMANDOS BI BÎR ANÎN
