Xelkên bajarê Dirbêsiyê bi meşeke girseyî piştgirî dan QSD’ê û banga yekîtiya kurdî kirin.
Meş bi berşdariya bi sedan endamên desteya jin, kongra star, meclisa malbatên şehîdan û xelkên bajêr hate lidarxistin.
Meşê ji pêşiya camiya Şêx Sultan dest pê kir û li çerxerêya Serê Kaniyê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û êrîşên dewleta tirk a dagirker hatin şermezarkirin.
Her wiha piştgiriya ji bo QSD’ê hate piştrastkirin û banga avakirina yekîtiya kurdî hate kirin.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên bijî berxwedana QSD’ê û bijî berxwedana Kobanê bi dawî bû.
