XELKÊN CIZÎRÊ BI DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan xelkên kantona cizîrê îro bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi girseyî daketin qadan û gotin, ew ê her dem li pişta Rêber APO bin û bi mezinkirina têkoşînê rêbertî fîzîkî azad bikin.

Bi armanca bersivdayîna silava Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO, xelkên kantona Cizîrê meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Meş bi beşdarbûna bi sedan şêniyan li pêşiya dermanfiroşa Deham dest pê kir û li çarxereya El-Felahîn ya bajarê veghurî mîtingê.

Meşvanan dirûşmên “Bijî Serok Apo” berzkirin.

Mîting bi xuleyeke rêzgirtin destpêkir, piştre Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Remeziya Mihemed û Endamê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Heyal Xiweyir axivîn.

Meşvanan di mîtingê de silavên xwe ji Rêber Apo re şandin û , tekezkirin ku ew ê bi mezinkirina têkoşîna xwe Rêber Apo fîzîkî azad bikin.

Meşa girseyî ya li Qamişlo bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Îmraliyê bi dawî bû.

Share This Article