Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê sibatê de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hate ragihandin, di nav gelê kurd û cîhanê de bi hezkirin hate pêşwazîkirin.
Ji bo pêkanîna Pêvajoya Aştiyê û xwedîderketina li banga Rêber APO komeke gerîlayan çekên xwe şewitandin û têkoşîna xwe derbasî qonaxeke nû kirin.
Têkildarî mijarê Endamê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Mihemed Qenber got ku heya niha, Tirkiyê ti gavên erênî yên ji bo banga aştiyê neavêtine.
Her wiha Endama Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Şêrîn Şêxo jî tekez kir ku, Rêber Apo ji bo çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn her dem tevdigere.
Di çarçoveya banga Aştî û civaka demokratîk de komîsyonek li parlamentoya Tirkiyê hate avakirin û çavê hemû aliyan li xebatên komîsyonê ye ku guhertinên demokratîk û avaker pêk bîne.
