Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger îro li bajarê Reqayê panelek bi navê” Zayend Perestî” li dar darxist.
Panele Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşma” Cenga azadiyê bi serbixin û dawî li zayedperestiya civakî bînin” li hola stadyuma şaredariyê ya Reqayê li dar ket.
Di panelê de kesayetên ji civakê, ciwanên bajêr, rewşenbîr û çalakvanên di warê mafên mirovan de beşdar bûn.
Di panelê de nûnertiya jin di civakê de û zayendperestiya civakî û taybetmendiyên wê hatin nirxandin.
Her wiha beşdaran di panelê de diyar kirin ku ji bo jin di tevahî waran de cihê xwe bigirin divê zihniyeta paşverû ya ku mêran li ser jinan re dibîne ji holê rabe.
