Welatiyên çelebiyê yê girêdayî bajarê kobanê jî bi meşekê êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê şermezar kirin.
Di meşê de bi sedan xelkên bajarokê çelebiyê û tevahî sazî û destiyên bajarok beşdar bûn.
Meş ji ber avahiya meclisa çelebiyê dest pê kir û bi siloganên “berxwedan jiyane” ber bi navenda kongra star ve bi rêketin.
Li ber navenda Kongra Star meş veguherî mîtîngê.
Di mîtingê de li ser navê Hêzên parastina civakî axaftin hat kirin, tê de şehîdên azadiyê hatin bibîranîn her wiha êrîşên dagirkeriyê yên li dijî herêmê hat şermezarkirin.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên bijî berxwedana QSDê “bijî berxwedana Îmralî bi dawî bû.
XELKÊN ÇELEBIYÊ BI MEŞEKÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ŞERMEZAR KIRIN
