Di çarçoveya şermezarkirina êrîşên hêzên hikumeta Şamê li ser Dêra Zorê de şêniyên bakur û rojhilatê sûriyê di nav çalakiyan de ne.
Şênî tekezî li ser misogerkirina aramî û ewlehiya herêmê dikin û banga hesabpirsîna ji sûcdaran hat kirin.4 roj in Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên “Dîfa el Watanî” ku dixwazin aramî û hevgirtina li herêmê ji nav bibin gund û bajarokên rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran dikin.
Li hember hovîtiya hikumeta şamê şêniyên bakur û rojhilatê sûriyê bertekên tund nîşan didin.
Di vê çarçoveyê de Partiya Weten a Sûriyê bi dirûşma” Na ji vegera zilmê re, xwîna zarokên me buha ye” xwepêşandanek li çerxereya Sînalko ya bajarê Hesekê li dar xist.
Bi dehan rûspiyên eşîran û endamên Partiya Weten a Sûriyê tevlî xwepêşandanê bûn û wêneyên qûrbaniyên komkêjiya ku hikumeta şamê li Dêra Zorê pêk aniye hil dan.
Di xwepêşandanê de tekezî li ser misogerkirina aramî û ewlehiya herêmê hat kirin û banga hesabpirsîna ji sûcdaran hat kirin.
Li aliyekî din bi sedan xelkên kantona Reqayê ji bo şermezarkirina êrîşên hikumeta Şamê meşek li dar xistin.
Meş ji pêşiya nexweşxaneya zarokan dest pê kir û li çerxereya Wasat a li bajêr rawestiya.
Meşvanan di berzkirina siloganan de komkujiya ku hikumeta şamê li Dêrazorê pêk aniye şermezar kirin.
Di meşê de hat gotin ku, sûcên hikumeta şamê yên li dijî malbat, zarok û jinan rûreşiya mirovahiyê ye.Di encama komkujiya ku hêzên hikumeta şamê li kantona Dêrazorê pêk anî de, 11 kes ku di nav de jin û zarok hene şehîd bûn û 5 kes jî birînar bûn.
