Xelkên bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî 5 şehîdên azadiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Beşdarên merasîmê gotin, heta henaseya dawî em li pişta Hêzên xwe ne.
Xelkên bajarê Qamişlo û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser bi merasîmeke girseyî 5 şehîdên azadiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Di merasîmê de çend axaftin hatin kirin û hate tekezkirin ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan û serxistina şoreşê têbikoşin.
Welatiyê bi navê Hisên Ebdulrehman tevahî cangoriya azadiyê bi bîr anî û got weke gelê qamişlo heta henaseya dawî em li pişta Hêzên xwe ne.
Her wiha welatiyê bi navê Selahedîn Herbo jî soza şopandina xeta şehîdan û parastina deskeftiyê wan da.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan rastdestî malbatên wan hat kirin û cenazeyên şehîdan di bin dirûşmeyên Şehîd Namirin û tilîliyên dayikan de sipartin axê.
