HEYVA SOR A KURD JI BO DERMANKIRINA NEXWEŞÊN TALASIMYAYÊ XWÎNÊ WERDIGRE

Rojava Tv
1 Min Read

Li ser daxwaza Heyva Sor a Kurd, welatiyên bajarê Qamişlo berê xwe dan nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Talasimyayê û xwîna xwe dan.

Dayîna xwînê dê ji bo nexweşên talasimyayê were pêşkêşkirin ku pêdiviya wan di nava mehekê de herî kêm ku 2 caran bi nûkirin û guhertina xwînê heye.

Beşê talasimya ya naxweşxaneya Heyva Sor a Kurd duh ragihandibû ku pêdiviya nexwşên talasîmyayê bi xwînê heye.

Li ser wê bangewaziyê ji demjimêrên sibehê ve, bi dehan welatiyên bajarê Qamişlo berê xwe dan nexweşxaneyê û xwîna xwe bo nexweşan pêşkêş kirin.

Xwîna ku ji welatiyan tê wergirtin, bi berdwewamî li ser evan nexweşan tê belavkirin û jiyana wan ji metirsiyê derdixe.

Li gorî amarên rêveberiya nexweşxaneyê, zêdetirî 150 nexweşên talasimyayê ligel wan têne dermankirin.

Share This Article