ROJNAMEVANÊN ROJAVA: ROJA ROJNAMEGERIYA KURDÎ ROJEKE DÎROKÎ YE

Rojava Tv
1 Min Read

Sibe 22’ê Nîsanê roja Rojnamegeriya Kurdî ye ku di sala 1898’an de bi riya Mîr Miqdad Bedirxan yekem rojnameya Kurdî derket.

Rojnamevanên Rojava derberê vê rojê de diyar kirin ku Roja Rojnamegeriya Kurdî rojeke dîrokî ya girîng e, û rolek sereke di derxistina rastî û heqîqetê de lîstine.

22’yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.

Di 22’yê Nîsana 1898`an de li paytexta Misirê Qahîreyê rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedirxan ve hat derxistin.

Bi vê boneyê rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê behsa girîngiya vê rojê ji bo parastina nasnameyê gelê Kurd kirin.

Rojnamevan Aras Cangir diyar kir ku rojnemegeriya Kurdî bi awayekî baş û serkeftî rolekî sereke di derxistina rastiyê de lîst.

Her wiha rojnameger Leylan Qasim anî ziman ku bandor û rola jinan di warê rojnamegeriya Kurdî de pir zêde bû û jin bûn dengê rastî û heqîqetê.

Roja Rojnamegeriya Kurdî rojeke dîrokî ya girîng e, rastiya Kurd û şoreşên wê, her wiha planên hêzên destpot ên ku hewl dan gelê Kurd qir bikin, eşkere kirin.

Share This Article