Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo serbestberdana dîlgirtiyan li Kobanê çalakiyek li dar xist.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê bi dirûşma “Em şehîd, dîlgirtî û windahiyên xwe dixwazin” çalakiyek li Qada Jina Azad li dar xist.
Di çalakiyê de bi dehan malbatên dîlgirtiyên ji aliyê hikumeta demkî ve hatine ragirtin, amade bûn û wêneyên dîlgirtiyan hatibûn hildan.
Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, dûre ji malbatên dîlgirtiyan Ferhad Kobanê axivî û got: daxwaza me a sereke ew e ku hemû dîlgirtî di zûtirîn demê de werin azadkirin. Lê hikumeta demkî ya Sûriyeyê vê yekê pêk nayne.
Çalakî bi dirûşmên “Em azadiya dîlgirtiyan dixwazin” bi dawî bû.
