Xelkên bajarê Amûdê bi armanca piştgiriya Hêzên sûriya demokratîk QSD’ê, şermezarkirina êrşîşên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina nobetdarên bendava Tişrînê meşek li dar xistin.
Beşdarên meşê êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin û gotin dewleta tirk a dagirker nikare bi êrîşan îradeya wan bişkîne.
Bi armanca piştgiriya Hêzên sûriya demokratîk QSD’ê, şermezarkirina êrşîşên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina nobetdarên bendava Tişrînê, xelkên bajarê Amûdê meşek li darxistin.
Meş bi beşdariya bi sedan şêniyên bajêr, gundewarên wê û koçberên Efrînê yên li Amûdê, hate li darxistin.
Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Cîhad veguherî mîtînê. di mîtîngê de Endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mira Zoro axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Beşdarên meşê êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin û gotin dewleta tirk a dagirker nikare bi êrîşan îradeya wan bişkîne.
Her wiha beşdarên meşê bang li hêzên navneteweyî kir ku rê li pêşiya êrîşên dagirkeriya tirk bigrin.
Meş bi berzkirina diruşmeyên Bijî Berxwedana QSDˈê, Şehîd namirin û Na ji dagirkeriya Tirk re bi dawî bû.
