Koçberên Efrînî yên li navçeya Ehresê ya Şehbayê dimînin êrîşên dewleta Tirk yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
4 Cotmehê dewleta Tirk a dagirker êrîşî seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di êrîşên xwe yên bê ser û ber de gelek dever kirin hedef.
Koçberên Efrînî yên li navçeya Ehresê ya Şehbayê ji Rojava Tv re gotin ku Tirkiyê bi darê zorê ew ji Efrînê koçber kirin û dixwaze careke din wan koçber bike.
Her wiha koçberan gotin: “Ji ber ku em xwedî hêz in Tirkiyê êrîşî me dike”.
Koçberên Efrînî di dawiyê de soza berxwdanê dan û hêviya vegera li cih û warên xwe kirin.
Koçberan gotin: “Çima rêxistinên mirovî û cîhan bi giştî li hember kiriyarên dagirkeriya Tirk bê deng in?
