PIŞTÎ BIRYARA EFÛYÊ BEŞA YEKEMÎN JI GIRTIYÊN LI GIRTÎGEHA XIWÊRANÊ HATIN BERDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ‎çarçoveya pêkanîna biryara efûyê ya Rêveberiya Xweser de, beşa yekemîn ji girtiyên li girtîgeha ‎Xiwêranê berda.‎

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 17’ê Tîrmeha 2024ˊan de ‎biryara efûyê da, Ew biryar di civîna sê alî ya QSD, MSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hat ‎dayîn.‎

Li gorî biryara efûyê, Desteya Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweser beşa yekemîn ji ‎girtiyên girtîgeha Xiwêranê ya Hesekê ku efû wan digire nava xwe berda.‎

Bi dehan malbatên girtiyan, gelek rûspî û şêxên herêmê li pêş girtîgehê kom bûn ku xizmên xwe ‎pêşwaz bikin.‎

hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Mehmûd El Mislit jî beşdar bûn û ‎destpêkirina berdana girtiyan ragihand, her wiha hêvî kir ku ew kesên hatine berdan bibin beşek ji civakê.‎

Serbestberdana girtiyên qanûna efûyê di nava xwe de dihewîne, dê beşî be. Ew jî piştî Desteya Edaleta ‎Civakî û rêveberiya girtîgehê tedbîrên guncaw pêk bînin.‎

Share This Article