Bi sedan xelkên navçeya Amûdê, Rojnemevan û Saziyên Civaka Sivîl îro berê xwe dan konê sersaxiyê yê Şehîd Necemdîn Sînan û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.
Konê sersaxiyê li ber mala Şehîd Necmeddîn Sînan hat vedan.
Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Encumena Malbatên Şehîdan ve hat kirin.
Di axaftinê de sersaxî ji malbata Şehîd Necmeddîn re hat xwestin. Her wiha di axaftinan de Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk wê vîn û hêza jinan bilindtir bibe.
Paşê wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
